PDK’ê careke din li dijî gerîlayan dest bi avakirina baregehan kiriye

PDK hewldanên derxistina şerê navxweyî didomîne û li dijî PKK’ê amadekariya şer dike. PDK niha li herêma Rewandiz û rêzeçiyayê Aras dest bi avakirina baregehên leşkerî kiriye.

Dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê, Kurdan bi hev bide kuştin. Li ser daxwaza dagirkeriyê ya tunekirina destkeftiyên Kurdan, PDK li dijî gerîllayên HPG’ê ketiye nava liv û tevgerê.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Roj News’ê, çekdarên PDK’ê dîsa li dijî gerîllayên HPG’ê, dest bi avakirina baregehên leşkerî kiriye.

PDK’ê bi fermana Tirkiyê, li herêma Rewandiz, gundê Gerwan ê girê Simore, girê Tuşreke û rêzeçiyayên Aras dest bi avakirina baregehên nû kiriye.

Tê gotin ku, PDK’ê ji sînorê Rewandiz û heta Çoman û Hacî Omeran ên girêdayî Hewlêrê, baregehan ava dike.

PDK bi armanca rûdana şerê navxweyî, her demekê jimareke çekdarên xwe dişîne Herêmên Parastina Medyayê.

Ji xwe berî niha, hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzanî ye, li gel çekên giran şandibû herêma Garê, da ku şerê PKK’ê bike.

Berî wê jî, bi fermana Tirkiyeya dagirker, hêzeke mezin bi behaneya rêgirtina li ber vîrûsa Coronayê, şadibû herêma Zînî Wertê ya ku dikeve navbera çiyayê Karox û Qendîlê.

PDK ji bo razîkirina dewleta Tirk, samana Kurdistanê daye ber talanê. Her wiha da ku xwe li ser kevla desthilatdariyê bihêle, diçe digel dijminan, peymanan îmze dike.

Back to top button