Pisporên meclisa Almanya, ji bo Merkel Raporek amade kir

Pisporên Meclisa Almaya li ser koçberên li tirkiye, herêma Ewle û bicihkirina koçberan li vê herêmê ji şêwirmenda Almanya Angela Merkel re raporek amade kir. Meclisê di rapora xwe de, hebûna leşkerên dewleta Tirk yên li Sûrî bi dagirkeriyê binav kir.

Li ser daxwaza parlementeran Dayîreya xizmeta zanistî ya Meclisa Federal a Almanya li ser koçberên li Tirkiye, qaşo herêma Ewle û bicihkirina koçberan li vê herêmê dest bi amadekariyên raporekê kiribû.

Bi taybetî di raporê de bal hatibû kişandina li ser zagonên navnetewî yên li herêmê hatine binpêkirin.

Meclisê herêmên bakurê sûrî ku leşkerên dewleta tirk lê ne bi dagirkeriyê binav kir.

Her wiha di aliyê qanûnî de jî li ser bicihkirina koçberan ya ji bo herêmên qaşo bi navê “ewle” lêkolîn hatin kirin.

Ji rapora ku 9 rûpelan pêk tê hate gotin, her welatek mafê wiya heye ku ji bo welatiyekî din çiqasî li welatê wî bimîne demê diyar bike.

Lê disan jî dewlet di çarçoveya parastina mafê mirovî de hinek rewşa heyî jî li ber çava divê bigre.

Li tirkiyê jî ev maf di gelek aliyan de hatiye kêmkirin.

Meclisê di rapora xwe de îşaret bi gefên dewleta tirk yên vegerandina van koçberan û bicihkirina wan li herêmên bakurê Sûriyê kir û wiha got:

Vegerandina nêzî milyonek Sûrî û bicihkirina wan ya li herêmên bakurê Sûrî tenê di rewşên awerte de dibe.

Ev yek jî dema ku li ser rewşa wî welatî metirsî hebe.

Meclisê, herêmên bakurê sûrî ku dewleta tirk lê ne bi dagirkerî binav kir ev tişt anî ziman:

Nûçeyên ku derbarê herêmên bi ewle yên ku di bin dagirkeriya dewleta tirkiyê de ne, ji ber rewşa ne aramî û xeterî şandeyek ne amade ye ku ji bo wê herêmê werin şandin.

Di raporê de, madeya 49 ya di dema şer de peymana parastina Sivîlan ya Cenevê hat bibîrxistin û wihat tê gotin:

Şandina sivîlan ya ji cihekî ber vi cihekî din ve çi kesî, çi jî giştî be nayê pejirandin.

Ti carî ne hatiye dîtin ku dewletek xaka welatekî dagir kiriye û şêniyên wê li wir bicih kiriye.

Meclis di rapora xwe de rewşa li herêmê dispêre çavkaniyên Konseya ewlekariyê ya NY û Dîwana Edaletê ya Navnetewî ku dibêje, li herêmê guhertina demografî pêk tê.

Her çiqasî şêwirmenda almanya Merkel ji bo pêkanîna vê planê banga NY dike jî moxalefeta Alman, vê rewşê bi sûcê şer pênase dike û balê dikişîne li ser rewşa li herêmê.

Muxalefeta Alman daxwaziyê ji Merkel dike ku piştevaniya dewleta tirk ya guhertina demografiya li herêmê, neke.

Back to top button