Wezareta derve ya Misirê:Divê Ewropa rola dewletên şerê Sûriye û Lîbyayê dirêjî dikin, rawestîne

Misir bang li dewletên Ewropî kir ku rola hin dewletên herêmê ku şerê li Sûriyê û Lîbyayê gur û dirêjî dikin, rawestînin.

Li paytexta Misir Qahîre, têkildarî rewşa dawî ya herêmê, civînek berfireh ku tê de hemû balyozên dewletên Ewropî amade bûn, pêk hat.

Civîn bi serokatiya alîkarê Wezîrê Derve yê Misirê yê karûbarên Ewropî, Bedir Ebdulatî, pêk hat.

Di civînê de, alîkarê Wezîrê Derve yê Misirê, helwesta welatê xwe ya derberê şerê li Sûriye û Lîbyayê nîşan da.

Bedir Ebduladî destnîşna kir ku şerê li Sûriyê û Lîbyayê ku gur bûye, ewlehî û aramiya hemû herêmê têk dibe.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Misirê, Bedir Ebdulatî, bang li hemû dewletên Ewropî kir û got:

“Divê hemû dewletên Ewropî mil bi mil, rola neyînî û xirabker a hin dewletên herêmê ku şerê li Sûriye û Lîbyayê dirêjî dikin, rawestînin.”

Back to top button