HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di hema Adar û Gulana 2023’an de şehîdbûna eşkere kir û got “Bi saya fermandara fedaî hevrê Nûdem û şoreşgera mînak ên Apoyî hevrê Dilda û Vînar em ber bi serfiraziyê ve dimeşin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşeker kir.

HPG’ê diyar kir ku hevrêyên wan Nûdem, Dilda û Vînar di Adar û Gulana 2023’an de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê dema li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

HPG’ê behsa kesayeta gerîla Nûdem Sîdar kir û got:

Hevrêya me Nûdem li gundê Teterqazî yê Milazgîr ê Mûşê ji dayîk bû.

Di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Her tim hewl dide felsefeya Rêber Apo fam bike, ji dil û can bi paradîgmaya Rêber Apo bawer kir.

Her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî ji bo pêkanîna felsefeya azadiyê ya Rêber Apo kir diyarî.

Gerîla Nûdem di Hêzên Taybet de bi perwerdeya ku di nava refên xwe de dît, di kesayeta xwe de guhertinên mezin çêkir û di ramana xwe de kûr bû.

Di daxuyaniyê de HPG’ê anî ziman ku hevrêya wan Dilda di nava malbata Kulter a welatparêz a ji eşîreta Cafirî de li Şirnexê, hatiye dinê.

Ew weke jineke ciwan a lêgerînvana azadiyê, li hemberî komkujiyên ku dewleta Tirk di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de pêk anîn, gelek bi hêrs bûye û bi tevlîbûna nava refên têkoşînê re, bersiva dagirkeran daye.

Dilda tevî ku birîndar jî bû, refên berxwedanê terk nekiriye û heta dawiyê li ber têkoşîna xwe domandiye.

Her wiha HPG’ê da zanîn ku hevrêya wan Vînar di nava malbateke welatparêz de ji bi eslê xwe ji Amedê ye lê ji ber êrîşên dagirkeran neçar maye koçî Edeneyê bike, hatiye dinê.

Bi nirxên Kurdistanê û kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê mezin bûye.

Di sala 2015’an de ku êrişên îmhayê zêde bûne, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe û bersiva pêwîst daye dijmin.

Hevrêya me Vînar di gelek çalakiyên ku têde derbeyên giran li dagirkeran hat xistin de cih girt.

Agahiyên li ser nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ye..

Nasnav: Nûdem Sîdar
Nav û paşnav: Fîlîz Tekîndag
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê Dê: Fazîme
Navê Bav: Salih
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dilda Dilbirîn Cûdî
Nav û paşnav: Mizgîn Kulter
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dê: Delal
Navê Bav: Nûrettin
Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Vînar Hêvî
Nav û paşnav: Dîlan Saglam
Cihê jidayikbûnê: Edene
Navê Dê: Halîde
Navê Bav: Adil
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button