Zelensky: 30 Êrişên bi balafirên bê mirov pêk hatin

Serokê Ukraynayê Zelensky îdîa kir ku artêşa Rûsyayê di nava 2 rojan de 30 caran bi balafirên bê mirovan êriş pêk anîn.
Li gorî Kievê, balafirên Îranî di van êrişan de têne bikaranîn.
Lê Tehranê beriya niha ev îdîa red kiribûn.

Piştî teqîna li ser Pira Kirimê, Rûsya êrişên xwe yên li dijî Ukraynayê zêde kirin.

Bi taybet li dijî paytext Kievê.

Di van êrişan de, binesaziyên welta, navendên elektrîk û avê bûne armanc.

Artêşa Ukraynayê jî hewl dide bajarê Xîrsonê ji bin kontrola hêzên Rûs derxîne.

Lewma tevgera herdû welatan nîşan dide ku wê êriş di rojên pêş de dijwartir bibin.

Serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku di nava 2 rojên dawî de êrişên Rûsya li dijî wan zêde bûne.

Li gorî Zelensky,

30 êrişên bi balafirên bê mirov,

4 hezar û 500 êrişên moşekan,

Û 8 hezar êrişên balafirên şer pêk hatin.

Serokê Ukraynayê careke din diyar kir ku di van êrişan de balafirên bê mirov ên Îranê hatiye bikaranîn.

Li gorî îdîaya rayedarên Ukraynî, balafirên Îranê binavê Şahid-136 hatine bikaranîn.

Zelensky jî, li ber balafireke Îranî ya hatiye xistin ev daxuyanî da.

Bi van dîmenan dixwaze piştrast bike ku Îran destekê dide êrişên Rûsyayê.

Di serî de Amerîka, Hêzên Rojavayî jî îdîa dikin ku Îran balafirên bê mirov dan Rûsya û di êrişên li dijî Ukraynayê de têne bikaranîn.

Tevî vê yekê jî Tehran red dike ku wan balafirên bê mirov dane Rûsyayê.

Back to top button