Mûrad Karayilan hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re nirxand

Mûrat Karayilan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî weke pirsgirêkeke mezin pênase kir û got, “Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji bo Kurdan pirsgirêkeke neteweyî ye.
Ji bo PDK dest ji polîtîkaya xwe ya nexêr û li dijî berjewendiyên neteweyî yên Kurdan berde, pêwiste hemû partî, sazî û rêxistinên Kurdan bikevin nava tevgerê.”

Fermandarê Bîryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya bi ANF’ê re hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re jî nirxand.

Karayilan hevkariya PDK’ê weke pirsgirêkeke cidî pênase kir û wiha got,

“Hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re pirsgirêke mezin e”

“Nabe ku ev hevkarî tenê weke pirsgirêkek di navbera du rêxistinan de bê pênasekirin.

Gelê me li Bakurkê Kurdistanê li dijî êrişan û faşîzmê li ber xwe dide û hewl dide ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi dewleta Tirk bide qebûlkirin.

Lê PDK bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re ku siyaseta herî dijminane li hemberî Kurdan dimeşîne hevkariyê dike. Ev hevkarî bêçareseriyê mezin dike û dibe asteng.”

Karayilan diyar kir neçareserkirina pirsgirêka Kurd ya li bakurê Kurdistanê bandore li ser pêşeroja tevahiya Kurdan dike û wiha dewam kir;

“Divê partî û rêxistinên kurdan li dijî vê siyaseta pdk’ê bikevin tevgerê”

“Eger siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi ser bikeve, wê destketî û hebûna li parçeyên din hemûyan bixe xeteriyê.

Lewma hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji bo Kurdan pirsgirêkeke neteweyî ye.

Ji ber vê yekê her kesên alîgirê mafên neteweyî yên Kurdan divê li hemberî vê bêdeng nemînin.

Di serî de KNK, partiyên sîyasî û sazî û rêxistinên din dikarin gelek tiştan bikin.

Ji bo PDK dest ji vê polîtîkaya xwe ya li dijî berjewendiyên neteweyî yên Kurdan berde divê her kes hewldanan bike.”

Mûrat Karayilan armanca dagirkeriya dewleta Tirk ya li başûrê Kurdistanê jî nirxand û derbarê hevkariya PDK’ê de hin pirs kirin;

“Divê PDK armanca hevkariya xwe a bi dagirkeriya Tirk re eşkere bike”

“Dewleta Tirk xwedî stratejiyeke veşartî ya ji bo dagirkirina sînorên Mîsakî Mîlî ye. Tevî vê yekê jî PDK ji bo dewleta Tirk xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike çima ewqasî hewl dide?

Çima ewqasî derfetan dide dewleta Tirk ku li Girê Amediyê bi cih bibe?

Ji bo şikestina berxwedana gerîla çima ewqasî ambargoyê dike, rê digire, îxbar dike?

Gelo di navbera wan de peymaneke çawa ya veşartî heye, kes pê nizane?

Ev yek mijarên girîng in û divê bên eşkerekirin.”

Mûrat Karayilan: Siyaseta qirkirinê li Îmraliyê tê meşandin

Back to top button