Li Xezayê 18 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Di van rojên dawiyê de Artêşa Îsraîlê li Xezayê windahiyên mezin dide.
Di 24 seetên dawiyê de 18 leşkerên Îsraîlî birîndar bûn.
Îsraîlê navendeke NY ya li Xezayê bomberan kir di encamê de 9 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li aliyê din Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (UAD) bîryara xwe ya ewil a derbarê doza qirkirinê ya ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiribû wê roja înê eşkere bike.

Îsraîl ku êrişên xwe yên li dijî Xezayê didomîne di van rojên dawiyê de windahiyên mezin dide.

Artêşa Îsraîlê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de li Şerîda Xezayê 18 leşkerên wan birîndar bûne.

Artêşê eşkere kir ku 406 leşkerên wan li nexweşxaneyê tên dermankirin, ji wan rewşa 40 kesan giran e.

Ji destpêka şerê Hemas û Îsraîlê ve zêdeyî 550 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin, 2 hezar 710 leşker jî birîndar bûne.

Îsraîlê navenda NY a li Xezayê bombebaran kir

Li aliyê din Rêxistina Alîkariyê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbuyî (UNRWA) ragihand ku di topbarana Îsraîlê de navenda wan ya li Xan Yunus ku bi sedan sivîlan xwe lê girtine, derb xwariye.

Rêveberê rêxistinê yê li Xezayê Thomas White diyar kir di êrişê de navenda NY ku 800 kes lê diman hedef hatiye girtin di encamê de 9 kes mirine 75 kes jî birîndar bûn.

Her wiha White diyar kir du roje çuyîna navendê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve tê astenkirin û got,

“Ekîbên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hewl didin xwe bighînin navendê.

Hêzên Îsraîlê li Şerîa Rojava 16 kes binçavkirin

Hat diyar kirin hêzên Îsraîlê îro Ramallah, Nablûs û Cenîn yên li Şerîa Rojava di serdegirtinan de 16 Filistînî xistine binçavan.

Hat ragihandin piştî serdegirtinan jî pevçûn derketiye.

Bîryara ewil ya derbarê doza qirkirinê wê roja Înê bê eşkere kirin

Li aliyê din Dîwana Edaletê ya Navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî (UAD) bîryara xwe ya ewil a derbarê doza qirkirinê ya ku Afrîka Başûr li dijî Îsraîlê vekiribû wê roja înê eşkere bike.

Têkildarî mijarê Dîwanê daxuyanî da û diyar kir di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de bi hêceta binpêkirina peymana pêşîlêgirtin û cezakirina qirkirinê ya NY, doza ku ji aliyê Komara Afrîka Başûr ve hatiye vekirin, bîryara destpêkê wê roja înê bê eşkere kirin.

Şerê Îsraîl û Hemasê li Xan Yunus a li Xezayê giran buye

Back to top button