Rapora êşkenceyê ya Konseya Ewropayê

Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê derbarê êşkenceyên li girtîgehan de tên kirin raporek hat amedekirin.
Ji bo vê yekê li Strasborgê civîna lijneya giştî hat çêkirin û biryarên li ser êşkenceyê hat erêkirin.
Di raporê de dozên Rêber Abdullah Ocalan, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş hatin bibîrxistin.
ji Konseya Ewropayê hate xwestin, ku li hemberî rîska kiryarên xerab, dosyayan ji nêz ve bişopîne.

Li Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê derbarê êşkenceyên li girtîgehan de tên kirin raporek hat amedekirin.

Li gorî Meclisê di nav de Tirkiyê hin navendên polîs û girtîgehan êşkenceyek sîstematîk û nêzîkatiyên xerab hatiye çavdêrîkirin.

Di civîna licneya giştî ya ku li Stasbûrgê de hat çêkirin 67 parlamenter tevlî dengdanê bûn.

66 parlamenter dengê erê dan û biryara derbarê êşkenceyê hat erêkirin.

Di pêşxistina êşkenceyê de Rûsya, azerbaycan û Tirkiyê li pêş e

Di biryarê de tê diyarkirin êşkence û nêzîkatiyên xerab hîna bi dawî nebûye û her wiha li hin welatan bi pergal bûye.

Weke mînak Rûsya, Azerbaycan û Tirkiyê tê nîşandan.

Gelek welatên ku endamên Konseya Ewropayê ne giliyên di binçavkirinê de nêzîkatiyên xerab tên nîşandan heye.

Li Tirkiyê kiryarên êşkenceyê zêde dibin

Di biryarê de têkîldarî Tirkiyê wiha tê diyarkirin ku di demên dawî de di binçavkirin û girtîgehên Tirkiyê de êşkence û nêzîkatiyên xerab zêde bûye.

Di raporê de dozên Rêber Abdullah Ocalan, Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş hatin bibîrxistin û ji Konseya Ewropayê hate xwestin, ku li hemberî rîska kiryarên xerab, dosyayan ji nêz ve bişopîne.

Di raporê de hate gotin,

“Şert û mercên girtinê yên Abdullah Ocalan ên li girtîgeha bi ewlekariya bilind a li Îmraliyê, salên dawî bûye cihê fikaran.”

Derbarê Tirkiyê de rapora CPT

CPT di 2019’an de serdana girtîgeh û navendên polîsê ya li Tirkiyê kiribû.

Di 2020’an de jî CPT derbarê Tirkiyê de raporek amede kiribû.

Li gorî vê raporê hêzên ewlehiyê ya Tirkiyê li dijî kesên di bin çavan de ne êşkence û nêzîkatiyên xerab raber kirine.

Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê jî bal kişand êşkence û nêzîkatiyên xerab a li Tirkiyê.

Konseya Ewropayê diyar kir ku ji sala 2017’an ve li Tirkiyê îddayên êşkence û nêzîkatiyên xerab zêde bûye.

Di raporê de bang li welatên endamê Konseya Ewropayê hate kirin ku li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê tedbîrên berfireh werbigirin.

Di xala 3’yemîn a Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê de êşkence û nêzîkatiyên dermirovê tê qedexekirin.

Welatên ku herî zêde xala 3’yemîn a Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike Rûsya, Ukrayna û Romanya ye.

Back to top button