Ji ber ku Kurd e..ciwanek ji Hesekê hat kuştin

Berî demekê ciwanekî bi navê Ebas Xidir Cuma ji Hesekê berê xwe dide Mergeda da ku erebeyekê bikire. Lê belê piştî çend rojan, Ebas ji aliyê çekdarên nenas ve tê kuştin.

Piştî qutbûna agahiyên jê, herî dawî komeke çete dîmenên kuştina wî ji malbata wî re dişînin û ji bo dayîna cenazeyê, 100 hezar dolar dixwazin..

Berî kuştina Ebas ê 25 salî, çekdarên ku di dîmen de xuya nabin dibêje “Ev Kurd e û bi erkaxweparastinê re dixebite û ev nameyeke ji her kesên weke wî re ye”

Ev malbetek bi eslê xwe ji gundê Hiwêşa yê Til Temir ye û piştî dagirkirina wî ji aliyê Tirkiyê ve, niha li gundê Til Tewîl ê Hesekê dimîne.

Li gorî agahiyên me bi dest xistine, keç û kurekî Ebas hene.

Her wiha heman çeteyan wêneyê cenazeya Mihemed Dahir El-Abir jî ji wan re şandiye..

Heta niha nayê zanîn bê ev kî ne û ne jî tu aliyekî kuştina wî girtiye ser xwe.

Back to top button