Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Asûriyan yê bi navê Naturo Robêrt Îşo diyar kir ku dewleta tirk bi van êrîşên xwe, ne tenê kurdan, hemû pêkhateyan dike hedef û got: Em ê li gel Hêzên QSD’ê li ber xwe bidin û gelê xwe ji qirkirinê biparêzin.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Naturo) ya Asûriyan Robêrt Îşo diyar kir ku şervanên QSD’ê yên kurd, ereb û Asurî di çeperekê de şerê dewleta tirk dikin.
Robêrt Îşo destnîşan kir ku dewleta tirk bêyî ku ferqê têxê navbera kurdan, ereban û asuriyan êrîşî herêmê dike û got:
Parastina vê axê erkên me ye jî. Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Naturo jî li gelek gundên navçeya Til Temir bicih dibin û piştgiriyê didin Hêzên QSD’ê.
Robêrt Îşo komkujiya Sêfo û Sîmêl jî bibîr xist û da zanîn ku Erdogan ji dîrokê ve heya îro êrişî gelê Asûrî, Ermen û Kurd dike, armanca wî jî dagirkirin û parçekirina xaka Sûriyê ye.
Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ya Asûriyan (Naturo) Robêrt Îşo daxwaz kir ku qada hewayî ji balafiran bê girtin.