Li gundên Başûrê Girê Spî talan û dizî didome

Dizî û talaniya li Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve didome. Di êrîşan da sivîlên li gundan dimînin hedef tên girtin. Şêniyên gundê Bîr Zinarê yê başûrê Girê Spî diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk êrîşî wan dikin û malên gundiyan talan dikin. 

Hedefgirtina sivîlan, komkujî, koçberkirina bi darê zorê yek ji taybetmendiyên çeteyên dewleta tirk a dagirker e.

Ajansa ANHA`yê rewşa gundê Bîr Zînarê yê başûr rojavayê Girê Spî şopand ku hîna sivîl lê hene û tê topbarankirin.

Şêniyê bi navê Sidqî Hec Derwîş ê ji gundê Bîr Zinarê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivîlên gundê Xirbet Beqer kuştin, niştecihên gund koçber kirine û malûmilkên wan talan kirin.

Ji aliyê din ve şêniyekî din ê bi navê Şêx Mihemed got:

Çete hatin û gule li me reşandin, ji bo ez zarokên xwe xilas bikim ez derketin, çeteyên tirkiyê sivîl û leşkeran nasnakin tenê dikujin.

Leave a Reply

Back to top button