Li Qamişlo 16 projeyên avê hate pêşxistin

Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê ji par ve 16 projeyên avê çêkirine.
Di plansaziya wê ya îsal de jî 21 projeyê wan hene.
Ev proje jî ji bo başkirina rewşa avê li gund, navçe û bajarokên kantonê ye.

Ev 16 proje li seranserê kantonê yê.

Yek ji wan jî projeya depoya avê ya li stasyona Hilêliyê ye.

Tê payîn ku ev proje di Tîrmeha bê de bi dawî bibe.

Gerînendetiyê ji par ta niha 16 projeyên avê li seranserê kantonê pêk anîne.

Ji bo wergirtina ava paqij 2 taqîgehên avê vekirine.

Hevseroka Gerînendetiya Avê Bêrîvan Silo derbarê mijarê axivî.

Bêrîvan Silo anî ziman ku li seranserê kantonê pirsgirêkên avê tên çareserkirin.

Hewl tê dayîn vê havînê pirsgirêk bi dawî bibin.

Bêrîvan Silo destnîşan kir ku bîr û stasyonên avê ji sedî 85 hatine amadekirin.

Di plansaziya me ya îsal de jî 21 projeyan hene.

Back to top button