Parêzer Elaûdîn Kalo: Cihê Îmraliyê bi xwe ceza ye

Parêzer û endamê Însiyatîfa Parastina Rêber Apo a Parêzerên Sûriyeyî Elaûdîn Kalo destnîşan kir ku cihê girtîgeha Îmraliyê bi xwe ceza ye.

Der barê aliyê qanûnî yê rewşa Rêber Apo û sûcên li dijî wî de, parêzer û endamê Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyî, Elaûdîn Kalo axivî.

Kalo wiha axivî: “Cihê Îmraliyê bi xwe ceza ye. Taybetmendiyên wê girtîgehê hene ku mîna wê li cîhanê nîn e.”

Kalo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Projeya fikrî ya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan lê belê ji bo hemû gelên bindest û azadîxwaz e.

Li hember sûcên dermirovî yên li dijî wî bêdeng in.”

Kalo der barê “mafê hêviyê” de got: “Ew qanûneke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpoyê ye û Tirkiye jî li ser îmze kiriye.”

Kalo ev li gotinên xwe zêde kir: “Ew dewlet naxwazin Rêber Apo azad bibe.

Ji ber ku ew nûnertiya gelên azadîxwaz dike, lê belê heta ku fikrê wî di nav gel de heye dê gel her bi wî ve girêdayî be.”

Back to top button