“Saziyên hiqûqî yên navnetewî bûne perçeyek konsepta tecrîdê”

Parêzer Cemal Demîr bal kişand bi hesasiyeta mezin a li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan û got, “Bi navê aştiya gelan divê tavilê dawî li tecrîdê bê anîn.”

Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo 30 meh ên dawî bêhtir hatiye şidandin û ev tişt anî ziman:

“Bi ti awayî hevdîtinek nehatiye kirin. Telefon û name mafekî bingehîn ê girtiyekî ye.

Lê belê heta niha Birêz Ocalan ji vî mafî jî bêpar hatiye hiştin. Bi ti awayî agahî jê nayê standin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dema dawî 437 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da, lê belê bêbersiv ma.

Hin bersiv jî bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ hatin redkirin. Ev hincet hiqûqî nîne.”

Demîr têkildarî bidawîkirina tecrîdê bal kişand ser berpirsyariya saziyên navneteweyî û got:

“Daxuyaniyên CPT’yê bi ti awayî têrker nîne.

Li ser şert û mercên girtîgeha Îmraliyê û şertên jiyanê yên birêz Abdullah Ocalan daxuyaniyên têrker nade.

Lewma mekanîzmaya hiqûqî ya navneteweyî jî bûye parçeyek ji vê konsepta li Îmraliyê.”

Li Parîs a Fransayê li dijî tecrîdê meşek hat lidarxistin

Back to top button