Berhem Salih: Êrişa dewleta Tirk gefa li ser ewlekariya neteweyî ye

Li dijî van êrişên Tirkiyê, ji aliyên Iraqê jî nerazîbûn hatin.
Serokkomarê Iraqê Berhem Saliha bi van gotinan nerazîbûna xwe ya li dijî êrişan diyar kir:
“Gefek e berçav a li ser ewlekariya neteweyî ye û ji aliyê me ve wê neyê qebûlkirin.”
Lîderên tevgerên Şîi jî bi daxuyaniyan nerazîbûna xwe li dijî êrişa dagirkeriya Tirk nîşan dan.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih têkildarî êrişên dewleta Tirk ên dawî li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Salih anî ziman ku ew êrişan ji nêz ve dişopînin û got;

Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe.

Tevî nerazîbûn û dijberiya me jî, dewleta Tirk dest bi êrişan kir.

Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn.”

Berhem Salih ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalogê kir û ev got:

Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin.

Me ji bo vê jî gelek caran bang kir. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin.

Em li bendê ne ku rêzê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin.”

Lîderên Şîi Muqteda El Sedir: Eger êriş wiha dewam bikin em ê bêbersiv nemînin

Serokê Tevgera Şîi li Iraqê Muqteda EL-Sedir jî bi daxuyniyekê li ser Twîttera xwe bertek nîşanî êrişan da.

Muqteda EL-Sedir diyar kir ev êrişên dewleta Tirk binpêkirina mafê serweriya Iraqê ye û ev peyam da:

Eger êriş dewam bikin em û bêdeng nemînin. Li şûna şer divê dewleta Tirk pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike.

Ji bo vê yekê jî em amade ne bibin alîkar.

Serokê Hevpeyman Nesir Ebadî: Êriş yekser binpêkirina serweriya Iraqê ye

Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî jî êrişên dewleta Tirk weke binpêkirina serweriya Iraqê binav kir û got;

Êrişa dawî mijareke ciddî ye. Ev yek wê pêwendiyên Iraq û Tirkiyê ber bi rewşeke ne.

Em li hemberî bêdengiya bi guman a hukûmet û hêzên siyasî yên Iraqê matmayî ne.

Serokê Tevgera Hikmê Emar El Hekîm: Em êrişên li dijî kurdistana Iraqê napejirînin

Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emar Hekîm jî dewleta Tirk şermezar kir û got;

Bombardiman û êrişên artêşa Tirk ên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûl kirin.

Banga me ew e ku welatên derdorê rêzê nîşanî serweriya Iraqê bidin.

Back to top button