Ji Kampa Holê rojane nûçeyên êriş û kuştinê tên bihîstin.
Duh jî li Kampê 3 jinên koçber bi rengekî hovane hatin kuştin.
Duh se’et 11’ê bi şev di dema operasyona lêgerîna rojane ya di hundirê kampa Holê de, 3 jin kuştî hatin dîtin.
Jina yekem bi navê Sûriya Awad Awad ku koçbereke Iraqî ye, di beşa 5’an a kampê de hat dîtin.
Beriya niha kur û birayê Sûriya li ser destê şaneyên DAIŞ’ê hatibûn kuştin û ew jî di nava lêgerîna li sûcdaran de bû.
Her du jinên din jî ku li beşa 8’an a kampê hatin dîtin, nasnameya wan nehat diyarkirin.
Ev hersê jinên kuştî bi çekan û bi rengekî hovane hatin kuştin.
Cenazeyên 3 jinên kuştî ji Nexweşxaneya Hesekê re hatin veguhestin.
Der barê vî sûcê de, lêpirsîn û lêgerîna l isûcdaran dewam e.