“Em bi tu awawî tecrîdê qebûl nakin”

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo şermezar kirin û got:”Emê xwedî li bawerî û fikrê ku Rêber Apo daye me derkevin.”

Mûsa Elî yê ji navçeya Holê ya Hesekê diyar kir ku dewleta Tir nirxên navneteweyî binpê dike.

Elî tekez kir ku Projeya neteweya demokratîk civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêxistin kir.

Welatiyê bi navê Ehmed Ebdo jî got:

“Em der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de bi fikar in.

Nexasim ku civata navneteweyî jî li hember vê yekê bêdeng e.”

Ebdo da zanîn ku bi hevgirtinê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê Mîdya Ebdurehman jî got:

“Emê xwedî li bawerî û fikrê ku Rêber Apo daye me derkevin.”

Endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Helîma Ehmed jî got:

“Em tu carî tecrîdê û siyasetên hovane yên ku dewleta Tirk qebûl nakin. Emê li dijî tecrîdê têbikoşin.”

Back to top button