Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Hevgirtina nîştimanî ji bo sûriyeyiyan keştiya xelasiyê ye”..
Entwan Melekî yê ji pêkhateya Suryan di vê derbarê de nêrînên xwe parve kirin.
Melekî anî ziman ku têkiliyên dîrokî pêkhateyên herêmê tînin cem hev.
Melekî, têkiliya pêkhateyan li gundê xwe wek mînak nîşan da û wiha dom kir:
“Mozaîkeke xweşik e. Me li hember dijmin û dagirkeran civakeke hevgirtî ava kir.”
Mihemed Şefîq Mûrad ê Kurd jî got:
“Destkeftî bi hevgirtina nîştimanî û jiyana hevbeş di hemû waran de, tên parastin.”
Mecdûlîn Elî ya êzidî jî diyar kir hevgirtina pêkhateyan ji bo tevahî sûriyeyiyan keştiya rizgariyê ye.
Ebdurehman El Giûd diyar kir ku jiyana hevbeş dikeve xizmeta yekitiya axa welat.



