Dayika Hevrîn Xelef: Dadgehên Navneteweyî hevkariya çeteyan dikin

Dayika şehîd Hevrîn Xelef li hemberî parastina kujerê keça xwe ku dewleta Tirk nasname daye wî û ew ji bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kiribû, nerazîbûn nîşan da.

Beriya hilbijartinên Serokomorayiyê û parlamenteriyê yên Tirkiyeyê, çavkaniyên pêbawer ragihandin ku gelek komên çete derbasî Tirkiyê hatine kirin.

Hat zanîn ku yek ji çeteyên hatine derbaskirin Ebo Hatem El Şeqra, kujerê Seroka Partiya Suriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e.

Dayika şehîd Hevrîn, Sûad Mihemed têkildarî mijarê axivî û got:

“Kujer tên zanîn, îsbata wê jî heye.

lê dadgehên Ewropayê û hêzên navneteweyî heta niha ji bo cezakirina çeteyan û dewleta Tirk tiştek nekirine.

Birina çeteyan ji bo dengdayîna di hilbijartinên Tirkiyeyê de nîşan dide ku hêzên navneteweyî sûcên çete û dagirkeran paşguh dikin, bi wan re hevkariyê dikin.”

Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2019 êrîşî Serêkaniyê kiribû, Ebo Hatem El Şeqra û çeteyên wî pêşiya seyareya Hevrîn Xelef a ji Reqayê diçû Cizîrê girtibû û ew şehîd xistibû.

Ji bo dengdayînê gelek çete derbasî Tirkiyê hatin kirin

Back to top button