Ji bo dengdayînê gelek çete derbasî Tirkiyê hatin kirin

Dewleta Tirk a dagirker gelek çete bi armanca dengdayînê derbasî Tirkiyê kirin.

Ajansa ANHA’ê ragihand ku dewleta Tirk gelek komên girêdayî çeteyên bi navê Çeyş El-watanî yên li Ezaz û Efrînê, ji bo dengdayînê derbasî Tirkiyê kirin.

Hate diyarkirin ku ji van çeteyan re beriya niha nasname hatine derxistin û mafê dengdayîna di hilbijartinan de hatiye dayîn.

12 Gulanê jî, ev çete derbasî aliyê Tirkiyê bûne.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, çete di deriyê sînor yê Hemamê yê li navçeya Cindirêsê, deriyê Bab El-selam û deriyê Hiwar Killês yên li Ezazê re derbas bûne.

Navên çeteyên hatine derbaskirin û komên wan wiha ne:

1-Fehîm Îsa: Berpirsê Sultan Mûrad
2-Ma’etez Rislan: Berpirsê Cêş El-Nexbê
3-Ebo Elî Sico: Berpirsê Cebhe El-Şemiyê
4-Ebo Hatim El-Şeqra: Berpirsê Ehrar El-Şerqiyê
5-Mistafa Sêcerî: Berpirsê Ofîsa Siyasî ya Firqt El-Mûitasim
6-Sêf Ebo Bekir: Berpirsê Firqet El-hemzat
7-Yesir Ebdelrehîm: Berpirsê Feyleq El-Mecid
8- Mihemed Casim Ebo Amşa: Berpirsê Lîwae Silêman Şah
9-Ehmed Hemadê: Berpirsyarê wezareta parastinê ya hikûmeta demkî ya Suriyê ku hêza xwe ji Tirkiyê digire.

Back to top button