Duran Kalkan: Em ê bi vê pêngavê teqez encam bigrin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan tecrîda li Îmraliyê û pêngavên li dijî tecrîdê nirxandin.
Kalkan diyar kir ku pêngavên ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatiye destpêkirin her kes li dora xwe civand û got: “Divê pêngava azadiyê, zêdetir belav bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tecrîda li îmraliyê û pêngavên li dijî tecrîdê ku li seranserî cîhanê hatine destpêkirin nirxandin.

Duran Kalkan diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê berxwedaneke mezin tê meşandin.

Kalkan destnîşan kir ku baweriya bi serketinê xurt e û wiha domand:

“Em ê bi vê pêngavê teqez encamê bigirin. Îdîa û biryardariya hemû gelê me yê welatparêz, bi awayekî zelal tê dîtin.

Di vê mijarê de lewazî û reşbîniyeke herî biçûk jî nîn e.

Her kes ji bo serkeftinê hewl dide. Dibêjin, ‘Pergala êşkencê û tecrîdê ya Îmraliyê wê têk biçe û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe.’

Çalakiya girtiyan jî hêz û motîvasyon da çalakiyê.”

Duran Kalkan: Divê Rêber Apo hê bêhtir bê xwendin û lêkolîn kirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê kampanyaya xwendina pirtûkên Rêber Apo ya ku 10’ê Kanûnê destpêkiribû jî weke çalakiyeke pir girîng nirxand û ev tişt got:

“Divê her kes xwe li ser esasê ramanên Rêber Apo, pêş bixe.”

Duran Kalkan: Divê sala 2024’an bibe sala serketinê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê pêngava azadiyê zêdetir belav bibe û wiha bi dawî kir:

“Divê her kes bi çalakî û şêweyên tevlîbûna nû pêngava azadiyê ji hemû cîhanê re binivîsîne, kûrtir û berfirehtir bike.

Ger em vê yekê bikin wê ev pergala Îmraliyê ya êşkence, tecrîd û qirkirinê ji holê rabe. Ji ber vê yekê divê em xurt tevlî bibin.

Bi vî rihî û têgihiştina rastiya Rêbertiyê dikevin sala 2024’an û ji bo pêkanîna gelek serkeftinan amade ne.”

Back to top button