Malbata Sewra Meter ku di encama êrişa ser navçeya Tirbespiyê de şehîd bû diyar dikin ku ew bi şehadeta keça xwe xemgînin û ew ê dest ji cih û warê xwe bernedin.
Dawiya Kanûna borî balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker gundên navçeya Tirbespiyê topbaran kir.
Di êrişê de 3 jin û zarokek birîndar bûbûn.
Yek ji birîndaran welatiya bi navê Sewre Meter a dayika 5 zarokan bû.
Tevî hewldanên bijîşkan jî, Lê Sewra ji ber birînên xwe şehîd bû.
Di dema dayîka 5 zarokan birîndar bû, Ronahî Tv xwe gihand mala wan.
Malbata Sewra Meter behsa detayên wê rojê kirin û gotin:
“Ji bo debara xwe bikin, em li vir kar dikin. Lê dewleta Tirk yekser cihê me bombebaran kir.”
Em dev ji axa xwe bernadin û em ê karê xwe dewam bikin da ku bi rûmet bijîn.
Lawê Sewra, Heysem wê çaxê dibêje birîna dayîka wî giran e.