Heta niha hikûmeta Başûr nekariye sotemeniyê bide welatiyên Hewlêrê

Demsala Zivistanê destpêkiriye, lê heta niha hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê nekariye sotemeniyê ji welatiyan re peyda bike. Ji ber bihabûn zêde û rewşa aborî ya xirab, gelek kes nikarin bermîlek mazot jî ji bo xwe bikirin.

Bi hatina demsala Zivistanê re, xwesteka li ser nefta spî zêdetir dibe. Nirxê her bermîlek nefta spî li bazarên Herêma Başûrê Kurdistanê, di navbera 250 hezar û 300 hezar dînaran de ye.

Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê jî biryar daye ku îsal ji bo her malekê bermîlek sotemenî bi nirxê 103 hezar dînarî bide.

Lê heta niha hikumetê biryara xwe bi cih neaniyê û sotemenî li welatiyên li Hewlêrê belav nekiriye..

Derbarê vê rewşê de welatiyê bi navê Omer Zîxanî li ser mijarê dibêje:

“Erkê hikûmeta Herêmê ye ku di demsala Zivistanê de sotemeniyê belav bike.

Rewşa darayî ya welatiyan nebaşe, her wiha kar peyda nabe. Divê hikumet biryara xwe bi cih bîne.”

Welatiyê bi navê Merîwan Eshed jî vê yekê dibêje::

“Li Herêma Kurdistanê petrol zêde heye, lê ji welatiyan re peyda nabe.Her wiha elektrîka nîştimanî jî bi qasî pêwîst nayê dayîn.

Divê hikumet vê meselê çareser bike.”

Welatiyê bi navê Reşîd Seidî jî tîne ziman ku baweriya wan bi hikûmeta Herêmê nemaye ku îsal sotemeniyê li welatiyan belav bike.

Back to top button