Sûcên dewleta Tirk û avakirina mîtîngehan li Efrînê didomi

Sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî dewam dikin. Bi behaneyên bê bingeh, vê carê cezayê sê sal girtîgehê li welatiyê bi navê Mihemed Izet ê Efrînî hatiye birîn. Her wiha dagirkeriya Tirk mêtîngeheke nû li Cindirêsê ava kir.

Li gorî Efrîn post, dagirkeriya Tirk bi piştgiriya Rêxistineke Filstînî ya Îxwanî li navçeya Cindirêsê mêtîngeheke nû di çarçoveya guhertina demografiyê de ava kiriye.

Li vê mîtîngehê jî navê Ecnadên Filstîn lê hatiye kirin..

Li aliyê din,hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker, beriya hefteyekê cezayê sê sal girtîgehê li Efrîniyê bi navê Mihemed Izet Seydo birîye.

Mihemed ji gundê Şêxotka ya Mebata ye û bavê sê zarokan e.

Mihemedê ji gundê Sêxotka bi behaneya ku teqînan bi fermana Hêzên Kurdî pêk tîne hatiye girtin û ceza lê hatiye birîn.

Li nava Efrînê jî ji ber gulebarana komên çete, kesê bi navê Ebdulrehman Elhesen ê ku ji nava malbatên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve li bajar hatine bi cih kirin birîndar bûye.

Back to top button