Çalakiya greva birçîbûnê bi biryardariyek mezin berdewam e

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn ragihand ku bi qasî desthilatdariyê, muxalefet jî sûcdar e û nerazîbûn nîşanî CPT jî da ku neçû serdana Îmraliyê. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval jî anî ziman ku divê her kes dengê xwe bide dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bikevin nava liv û tevgerê. 

Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 70 roj in bi daxwaza azadiyê di greva birçîbûnê de ne.

Girtiyan diyar kir ku çalakiya wan ji bo hişyarkirinê ye û eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayîn, wê çalakiya xwe mezin bikin.

Ji dema ku berxwedanê dest pê kir û vir ve, li gelek girtîgehan êrîş li dijî girtiyan çêbûn.

Lê belê girtî ji ya xwe venegeriyan û bi biryardarî çalakiya xwe dimeşînin.

Grevên birçîbûnê ne tenê li girtîgehan e, li Mexmûrê jî ev 49 roj û li Yûnanistanê 32 roj berdewam dikin.

CPT di demekê de ku berxwedana greva birçîbûnê li dijî tecrîdê dewam dike, serdana Tirkiye kir, lê neçû Girtîgeha Îmraliyê.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê dîtin û neçûna Îmraliyê ya şandeya CPT weke kêmasiyekê pênase kiribû.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn, nerazîbûn nîşanî CPT jî da ku neçû serdana Îmraliyê û diyar kir ku berjewendî derdikevin pêşiya mafên mirovan.

Eren Keskîn: Li Îmraliyê hiqûq nîne

Eren Keskîn ragihand ku bi qasî desthilatdariyê, muxalefet jî sûcdar e û got:

“Li Îmraliyê hiqûq tune.

Çi li Îmraliyê çi jî li girtîgehên din, tecrîd û binpêkirina mafên mirovan giran bûne.”

Hevseroka ÎHD’ê diyar kir ku tevî tecrîdê, gelek girtiyên nexweş jî hene û mirovên li ber mirinê jî girtî ne û di greva birçîbûnê de ne.

Seval Gulmez: Divê tecrîda li gerva Îmraliyê bi dawî bibe

Her wiha Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez jî destnîşan kir ku desthilatdarî, tecrîdê li Îmraliyê dike li tevahiya welêt belav kiriye.

Seval Gulmez anî ziman ku divê tecrîda li greva Îmraliyê bi dawî bibe û her kes dengê xwe bide dengê girtiyan û ji bo daxwazên wan bikevin nava liv û tevgerê.

Back to top button