Kolberek li gundê Nokan a herêma Serdeştê hat kuştin

Êrîş û zextên leşkerên Îranê li ser kolberan berdewam dikin, herî dawî kolberek din bi gulyên wan hat kuştin.

Li gorî agahiyên “Kolbernewsê”, duh leşkerên Îranê li gundê Nokan a li nêzî Qasim Reş a Serdeştê, êrîşî komeke kolber kir.

Di encama êrîşê de, kolberê bi navê Xalid Ehmedpor ê xelkê gundê Werdê jiyana xwe ji dest da.

Beriya 3 rojan jî, li Bane û Merîwan, di encama êrîşekê de, kolberekî jiyana xwe ji dest dabû û yek jî birîndar bûbû.

Back to top button