Salvegera 7. a şehadeta Sêvê, Pakîze û Fatma

Îro salvegera 7. a şehadeta siyasetmedarên jin û pêşengên berxwedana xwerêveberiyê yên li bakurê Kurdistanê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar e. Her sê jinan ji ber ku pêşengî ji berxwedanê re dikirin ji aliyê hêzên dewleta Tirk a dagirde hatin hedef girtin û hatin şehîdkirin. Tevî êrîşên dijwar yên dewleta faşîst ya Tirk jî têkoşîn û berxwedana bi pêşengiya jinan her çû mezin bû û berdewam dike.

Di navbera salên 2015-2016 de li bakurê Kurdistanê li 14 bajaran, berxwedana xwerêveberiyê ya ku gel dabûn destpêkirin 5 sal li pey xwe hiştin.

Jin bi awayekî çalak cihê xwe di nava berxwedanê de girtin û jê re pêşengî kirin.

Bivê armancê jî di 8’ê Çileya 2016’an de jinan bi ragihandina Yekîneyên Parastinê yên Sivîl YPS-Jin dest bi qonaxeke nû ya xweparastinê kirin.

Dewleta dagirker ya li pêşberî berxwedanê tengav bûbû, dest bi komkujiyê kir.

Tenê li Cizîrê di êrîşên hovane yên li ser jêrzemînan de zarok, kal û birîndar jî di nav de 177 kes bi zindî hatin şewitandin.

Berxwedaniya ku hate raberkirin, careke din tirsa jina kurd a berxwedêr xiste dilê dagirkeran.

Di nava wan jinan de 3 jinên pêşeng yên berxwedanê hebûn; Sêvê, Pakîze û Fatma…

Ev gotinên Hevseroka Meclisa Gel a Silopî, Pakîze Nayir in.

Pakîze 24 salî bû. Li navçeya Silopîya hatibû dinê û li wir mezin bû. Di temenê biçûk de barê malê rakir. Ji aliyê din ve Hevserokatiya Meclisa Gel a Silopiyê dikir û bû rêvebera doza mafdar a gelê xwe. Di rêfên pêş yên Berxwedana Rêveberiyê de cih di girt.

Ji girtîgehan ber bi êniyên pêş: Sêvê Demir

42 salî bû. Ji gundê Şûtê yê navçeya Stewrê a Mêrdînê bû. Ji ber zilma dewleta Tirk di temenek piçûk de li gel malbata xwe berê xwe didin bajarê Tirkiyê Manisayê.

Carek din vedigere ser axa xwe û di Şaxê Jinê yê HADEP’ê de dest bi siyasetê dike.

Di sala 2009’an de hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Di sala 2012’an de 68 rojan beşdarî greva birçîbûnê ya li girtîgehan bû.

Piştî ku ji girtîgehê derket, têkoşîna xwe dewam kir. Di Berxwedana Rêveberiyê Xweser de derbasî Botanê bû û di êniyên herî pêş de cîh girt.

28 salî bû. Li kêleka Çiyayê Gabarê, li gundê Dûhokê ji dayîk bû. Ji ber zextên dewleta Tirk neçar man ku koçî navenda bajarê Şirnexê bibin.

Di salên 2000’î de li Şirnexê beşdarî têkoşîna siyasî dibe. Di 2009’an de tê girtin û 3 sal û nîv di girtîgehê de dimîne. Piştî tê berdan bi awayekî çalak beşdarî Berxwedana Rêveberiya Xweser dibe. Li Silopiyê weke Endama Kongreya Jinên Azad xebatên jinê dimeşand.

Sêvê, Fatma û Pakîze bûn sembolên Berxwedana Rêveberiya Xweser yên serhildanên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk. Wan jî weke yên berî xwe û mirasek giring ji têkoşîna jinê re hiştin.

Di 4’ê Çileya 2016’an de, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin şehîdxistin.

‘Sê Jinên Azad’, berxwedana sê jinên aşiqê azadiyê; mirasê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatîn şehîdxistin tîne bîra mirov.

Li Kurdistanê berxwedana jinê bi dirûşmeya ‘Sê Jinên Azad’ didome.

Di sala 2019’an de Hevrîn Xelef, Yadê Eqîde û şervana YPJ’ê Amara Rênas. Di 2020’an de Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Dayê Emîne Weysî ku ew jî bi destê dewleta Tirk a dagirker hatin şehîdxistin.

Back to top button