Ciwanên Til Temirê turnuveyek futbolê bi navê fermandarê YPG bi rêxistin kirin

Bi armanca bîranîna fermandarê YPG’ê Rênas Roj ku19’ê Tebaxê di êrişa hawayî ya dewleta Tirk de li Qamişlo şehîd bû, turnuveyeke fotubolê bi navê Rênas Roj li navçeya Til Temirê hate bi rêxistinkirin. Şêniyên navçeya Til Temirê û hezkiriyên werzîşê bi hildana wêneyên şehîd Rênas Roj beşdarî maçê bûn. Yek ji çavdêrên bi rêxistinkirina turnoveyê Mihemed Umer diyar kir ku di demeke wiha de lidarketina çalakiyên bi vî awayî jiyanê vedigerîne xwezaya wê.

Bi armanca bibîranîna şehîd Rênas Roj û bibîranîna tevahiya şehîdên ku ji bo parastina herêmê canên xwe berdêl dan, ev turnuve hate bi rêxistin kirin. Ji ber ku îro em bi saya wan bi aştî û azadî dijîn.

Turnuve heta niha bi awayekî pir xweş derbas dibe û îro maç di navbera tîma Huriye El-Şabî û tîma Til Werid de bû.

Di demekê de ku tirsê herêm serwer kiriye, lidarketina çalakiyên wiha jiyanê vedigerîne xwezaya wê.

Jiyan berdewam dike û em li hemberî hemû astengiyên ku bajarê Til Temirê pê re rû bi rû dimîne, disekinin.

Back to top button