NRLS: Li Efrînê rêjeya bicihkirina malbatên çeteyan her ku diçe zêdetir dibe

Dewleta Tirkî ya dagirker bi her awayî û ji hemû aliyan ve, siyaseta xwe ya guhartina demografiya Efrînê didomîne, dewleta Tirk li gund û navçeyên bajêr malbatên çeteyan bi cih dike.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) got ku li Cindirêsî tenê, 247 kamp ji bo kesên derve hatiye avakirin.

Dewleta Tirkî ya dagirker ji sala 2018’an û heya îroj, guhartina demografiya Efrînê ji hemû aliyan ve didomîne.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi raporekê bal kişand ser van sûc hovîtiyên dagirkeriyê.

NRLS’ê diyar kir ku piştî pêvajoyên koçberkirina Efrîniyên resen, malbatên çeteyên Ceyş El-Hur û DAIŞ’ê yên Ereb û Tirkmen lê hatin bicihkirin.

NRLS’ê xwe spart daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê û got:

“Di sala 2020’an de, rêjeya hatina van çeteyan gihaşt zêdeyî 65’an ji sedî.

Li gundê Baflonayê yê Êzidiyan, 70 malbatên ji Heleb û Xûtaya Şamê hatin bicihkirin.

Ne tenê ev, dagirkeriyê jimareke kamp li ser nînorê Bakur-Rojavayê jî ava kirin û bêtirî 600 malbatên ji başûrê Şamê bi cih kirin.

Ji wan; 325 malbat Filistînî ne”

Jixwe Navenda Belgekirinê ya Sivîl a Koçberên Filistînî vê yekê eşkere dike ku,

“jimara Filistîniyên ku sala borî li Bakurê Sûriyê hatine bicihkirin, 7 hezar û 500 kes derbas kiriye”

Aramanca Tirkiyê ji guhartinê ew e ku kemereke Tirkmenî ava bike û herêman ji hev qut bike.

NRLS’ê li ser zimanê Navenda “Malcom Kerr Carnegie” da xuyakirin ku,

“Tirkmen ji hemû mêtingerên din dikarin bêtir Osmaniyan li herêmê zindî bikin, ji ber wê ye Erdogan hewl dide wan bi berfirehî bi cih bike.”

NRLS’ê anî ziman ku Tirkiye bi her awayî hewl dide demografiya Efrînê bi temamî biguhêre…

“Komeleya Jiyana Birûmet li Xezayê”, vê salê zeviyên şandiniyê yên şêniyên gundê Til Tewîl ji bo projeyên niştecihbûnê, desteser kirin.

Tirkiye da ku Tirkmenên Hims û Laziqiyê bîne Efrînê, gelek projeyan ava dike.

Li bakur-rojavayê Cindirêsî tenê, 247 kamp ji bo bi cihkirina kesên derve hatiye avakirin.”

Jixwe Kuweyt û Qetera Îxwanî, ji bo vê alîkariya darayî pêşkêş dikin.

Bi qasî ku çete li Efrînê tên bicihkirin, ew qasî Efrîniyên resen venagerinê.

Polîtîkayên qirêj ên ku Tirkiyeya dagirker li Efrînê pêk tîne, qirkirina Kurdan û zindîkirina Osmaniyan tenê radixe ber çavan.

Back to top button