“Êrîşa Silêmaniyê hevkariya ewlehiyê ya Enqere û Hewlêrê nîşan dide”

Rojnameya El Ereb El-Londoniye bi raporekê, koordîneya ewlehiyê ya Hewlêr û Enqereyê, rexist ber çavan. Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen jî banga lêkolîneke berfireh û hesab-pirsîna ji berpirsan kir.

Rojnameya El Ereb El-Londoniyê derbarê êrîşa li dijî balafirgeha Silêmaniyê raporek belav kir.

Di raporê de tê gotin:

“Piştî daxuyaniyên tund ên çapemeniyê ku hikumeta Hewlêrê li dijî desthilata YNK’ê dane, serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî banga “xwe ragirtinê” kir.

Lê vê yekê têrê nekir ku gumanên ser li hevkariya Hewlêrê di êrişa Enqereyê de, ji holê rabin”.

Berdevkê CENTCOM’ê Joe Poccino got: “Li dijî karwanekî li Silêmaniyê êrişek pêk hat. Di wî karwanê de efserên artêşa Amerîkayê tevî Mezlûm Ebdî hebûn”.

Beriya êrişê, dewleta Tirk ji destpêka vê mehê ve, qada xwe ya hewayî li pêşiya rêwîtiyên ji balafirgeha Silêmaniyê û ber bi wê ve girtibû.

Rapora rojnameyê, balê dikişîne ser helwesta Hewlêrê derbarê êrîşê de û dibêje: Daxuyaniyên bilez ên hikumeta Hewlêrê piştî hewldana kuştinê, nîşan didin ku hayê wan ji êrîşê hebû û agahiyên îstixbratê jî dane Tirkiyê.

Piştî êrîşê, serokê YNK Bafil Talebanî jî, îşaret bi hevkariya îstixbarata hikumeta Hewlêrê di êrîşê de kir û got:  “Derbaskirina sînorên Herêma başûrê Kurdistan û Iraqê ku bi serpereştiya alî û saziyên emnî yên îstîxbarata navxweyî tên kirin, ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye.

Chris Van Hollen: Divê berpirsyarên êrîşê hesab bidin

Di heman çarçoveyê de Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen li ser hesabê xwe yê Twitterê da xuyakirin, ku divê lêkolînek berfireh derbarê vê êrîşê de were kirin û berpirsên wê hesab bidin.

Van Hollen got: “Vê êrişê jiyana leşkerên amerîkî, Hêzên Sûriya Demokratîk û General Mazlûm Ebdî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkarekî giring e, xiste metirsiyê. Ev yek nayê qebûlkirin”.

Back to top button