Li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê Cejna Qiyamayê ‘Fisih’ hate pîrozkirin

Li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê cejna Qiyamayê ‘Fisih’ hate pîrozkirin û banga çareseriyên aştiyane hate kirin.

Bi boneya Cejna Qiyamayê ango ‘Fisih’ pîrozbahî li herêmê hatin lidarxistin.

Li hemû dêrên bajarê Hesekê Cejna Qiyamayê ‘Fisih’ hate pîrozkirin.

Li dêrên Kildaniyan, Asûriyan, Ermeniyan û Suryaniyan bi merasîmên olî pêk hatin.

Xiristiyanên bajarê Qamişlo jî li dêran Cejna Qiyamê pîroz kirin.

Merasîma pîrozbahiyê li dêra Meryem El-Ezra ya li taxa Erbawiyê bi merasîmên olî dest pê kir.

Li dêra Mar Petrûs û Pawloz a Katolîkên Suryan jî merasîma Cejna Qiyamayê hat lidarxistin.

Pişt re keşe Yûsif El-asî axivî û cejn li her kesî pîroz kir û got:

“Em banga çareseriyên aştiyane ji bo hemû Sûriyê dikin.

Hêviya me ew e ku biratiya di navbera hemû baweriyan de hîn xurtir bibe.”

Her wiha li Dêrikê jî pîrozbahî hate lidarxistin.

Pîrozbahî li dêrên Mar Dodo û Mar Şamûnî hatin lidarxistin.

Li vir piştî sirûdên olî, Koma Keşaf Sûriye ya 4’emîn hunerên mûzîkê pêşkêş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku cejna Fisih, an jî cejan Qiyama ji cejên herî mezi ên Xiristiyanan e.

Back to top button