HPG: Li Metînayê 51 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA Starê, li herêma Metînayê li dijî hêzên artêşa Tirk bi tevgereke mezin rabûn.
Ev tevger ji aliyê HPG’ê ve weke “Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî” hat eşkerekirin.
Di encamê de 51 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîllayên wan li herêma Metînayê derbên giran li artêşa Tirk dan.

Têkildarî mijarê, navendê ev agahî bi parve kirin:

Êvara 15’ê Hezîranê artêşa Tirk hewl da li Girê Cûdî yê girêdayî herêma Metînayê leşkerên xwe bicih bike.

Gerîlla li dijî van hêzan, Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî pêk anîn.

Di rêzeçalakiyên gerîlla de 51 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ew ê têkildarî encamên operasyona gerîlla, dema pêş agahiyên berfereh bi raya giştî re bi parve bikin.

Back to top button