Enstîtûya Xebatên Rojnamegeriyê: Li Tirkiyê rojnamevan di bin zextê de ne

Doh bi fermana hukûmeta Erdogan, 16 rojnamevanên Kurd hatin girtin.
Bi êrişa dawî ya li dijî çapemeniya Kurd, careke din eşkere bû ku li Tirkiyê rojnamegerî di rewşeke çawa de ye.
Enstîtûya Xebatên Rojnamegeriyê ya Reutersê jî raporek weşnad û tê de got;
Rojnamevan li Tirkiyê di bin zexta desthilatdariyê de ne.

Li Tirkiyê dema deshilatdariya AKP û bi taybet piştî sala 2016’an zext û êrişên li dijî rojnamevanan zêde bû.

Di vî warî de ên ku herî zêde para xwe ji van zextan digrin, rojnamevanên Kurd, demokrat û muxalif in.

Herî dawî weke berdewamiya vê siyaseta tepisndin û bêdengkirinê, 16 rojnamevnên Kurd hatin girtin.

Xeztên ku hukûmeta Erdogan li rojnamevanan dike, di rapora Nûçeyên Dijîtal a sala 2022’an de jî cih girtin.

Rapora ku ji aliyê Enstîtûya Xebatên Rojnamegeriyê ya Reutersê ve hatiye amadekirin, diyar dike ku êdî li Tirkiyê rojnamevan di bin zexta desthilatdariyê de ne.

Rapor bi taybet balê dikşîne ser rewşa xebatkarên ragihandinê yên li Tirkiyê û dibêje:

Li Tirkiyê ji ber zextên siyasî û aloziyên aborî, rojnamevan dikarin bi serbestî bixebitin.

Herî zêde jî çapemeniya alternatîf û dijberê hukûmetê, bê parastin e û her gavê bi cezayan re rû bi rû dimînin.

Desteya Radyo û Televzyonê ya binavê Rtûk ku piraniya rayedarên wê alîgirên AKP’ê ne, tenê ji ber ku rexne li hukûmetê digrin, ceza li televizyonên muxalif dibire.

Li gorî daneyên raporê, tenê di sala 2021’an de bi qasî 2 mîlyon dolar ceza li saziyên ragihandinê ên dijber hatiye birîn.

Rapora Nûçeyên Dijîtîla a sala 2022’an ku sansûra siyasî, rojnamevanan dixe bin zextên giran û zebatên wan têne astengkirin.

Rapor herî dawî eşkere dike ku li Tirkiyê kanal ku herî kêm tê şopandin, A Haber a girêdayî AKP ye.

Back to top button