Di berxwedan gerîla ya 3 rojan de 44 dagirker hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Êrişên dewleta dagirker ku 17’ê Nîsanê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, bênavber dewam dikin û gerîla derbên giran li dagirkeran xistine.
Di berxwedana gerîla ya sê rojan de heta niha 44 dagirker hatine kuştin

Li gor daxuyaniyên navende Ragihandina HPG’ê daye, di bersivdayîna gerîla ya di roja yekem de de 28 dagirker hatine kuştin, 9 dagirker birîndar bûne, derb li 2 helîkopterên êrişê hatine xistin.

Bi şikandina pêla yekem a êrişan de di roja duyem de jî

Li qadên şehîd Karker û Girê Şehîd Ciwan ê Zapê jî 4 dagirker hatin kuştin.

Gerîla şeva sisyan di saet 09:40’an li qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi li dijî dagirkeran çalakiyek pêk anîn di vê çalakiyê de jî 12 dagirker tên kuştin.

Here wiha HPG’ê di daxuyaniyeke xwe de balkişand li ser hevkariya PDK’ê û ev agahî da:

Heke PDK’ê destûr û piştgirî neda vê dagirkeriyê artêşa Tirk wê nekaribû ji pişt ve li gerîlayan bide.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker ji baregeha Sîrê ya di bin kontrola PDK’ê de ya li navçeya Şêladizê bi rê ketine û ji bejahiyê ve hewl didin li qada Kurojahro bi cih bibin.

Back to top button