Duran Kalkan: Gerîlla hêza hesabpirsîna ji faşîzmê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan eşkere kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, amadekariyên wan ên bersivdayînê bihêz in û got;
“Di serî de navendên bajarên Tirkiyê, wê şer li her qadê belav bibe.”
Kalkan hişyarî da PDK’ê jî û ev peyam da:
“Tevlîbûna wan a şerê li dijî gerîlla wê bibe sedem ku şer li Başûrê Kurdistanê jî belav bibe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî mijarê rojeva gelê Kurd, bersiv da pirsên Medya Haberê.

Kalkan beşeke mezin a nirxandinên xwe ji bo şerê li dijî dagirkeriya Tirk veqetand û wiha axivî:

Li Zap, Avaşîn û gelek deverên din berxwedana gerîla dewam dike. Gerîla hesab ji faşîst, zalim û êşkencekaran hesab dipirse.

Lehengiya gerîlla a sala dawî li Zendûra, Werxelê, Tepê Sor û Mamreşo nîşaneya vê yekê ye.
Bi saya berxwedana Garê, Metîna, Zap, Avaşîn, lehengiya fermandar Şoreş û hevrêyên wî êrişên artêşa Tirk a faşîst hatin şikandin.

Serê salekê ye ev xeta berxwedêr dewam dike û însiyatîf di destê gerîllayên Kurdistanê de ye.

Duran Kalkan: Pêngava me ya 50 saliya azadiyê wê bi ser bikeve

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bi bîr xist ku wan bi Newroza îsal re Pêngava Sala 50 saliy azadiyê destpê kirin û got:

Wê her roja vê salê bibe Newroz, gerîla li ser vê bingehê wê pêşengiya têkoşîn û berxwedanê bike.

Bê goman wê ev berxwedan bi rêbaz û taktîkên hîn rast û xurtir birêve biçe. Şer wê ne tenê li çiyê be.

Niha dijmin dixwaze me li hin herêman dorpêç û bi sînor bike. Bi vî rengî gerîlla bixe nava şerê çeperan. Lê em vî şerî belav dikin.

Li her cihê ku faşîzma AKP-MHP’ê êriş dike wê şer bê kirin. Şer wê derbasî Tirkiyê bibe û amadekariyên me li gorî vê hatine kirin.

Êdî li şûna parastinê dem dema êrişê ye.

Divê kes hesabên şaş neke. Bi taybetî jî yên ku ji xwe re dibêjin em Kurd in.

Duran Kalkan: Divê PDK baş hesabê hevkariya xwe ya li gel dagirkeran bike

Duran Kalkan di vî warî de îşaret bi helwesta PDK’ê kir û got;

Eger îro dewleta Tirk dikare ji Heftanîn heta Xakurkê ewqasî êrişan bike, ev yek bi destûr û piştgiriya PDK’ê û rêveberiya Iraqê tên kirin.

Ev jî tê wateya ku PDK’ê heta astekê di nava şer de ne. Eger PDK’ê yekser tevî artêşa Tirk êrişî gerîlla bike wê bibe felaket.

Di rewşeke wiha de, wê zerara herî mezin bigihêje Başûr. Lewma pêwîste gelê me ê Başûr vê rastiyê zanibe û li ber PDK’ê rabe.

Eger ji PDK’ê heye ku wê şer bi kêrî wan bê, hingî xwe dixapînin. Ji niha û pê ve kes nikare bi benê AKP-MHP’ê bigihêje cihekî.

Back to top button