Çavdêrên siyasî yên Başûr: Wê plana PDK’ê û Tirkiyê bi ser nekeve

Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re gelek nerazîbûn bi xwe re anîn.
Ji Başûrê Kurdistanê çavdêren siyasî Azad Cola û Hejar Mehmud li ser van êriş û hevkariya PDK’ê dibêjin:
“Tirkiye bi PDK’ê re wê li hemberî PKK’ê bi ser nekeve.”

Çavdêrê siyasî Azad Cola anî ziman Dewleta Tirk û PDK’ê amadekariya êrişa leşkerî ya li ser Kurdistan û PKK’ê kirine, lê ev planên wan wê neçin serî.

Her wiha Çavdêrê siyasî Hejar Mehmud jî li ser heman mijarê got;

“Serdana serokê Hikumeta Herêmê ya ji bo Tirkiyê, ne yasayî bû.

Ji ber van lihevkirinan, dewleta Tirk destwerdanê di xaka Başûrê Kurdistanê de dike.”

Back to top button