“Vegera malbatên Êzidî ji bo Şengalê berdewam e”

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê jî, lê vegera malbatên Êzidiyan ya li Şengalê berdewam e.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Heşda Şebî yên li Musilê Şaye Dawidî di derbarê vegera malbatên Êzidî ya ji bo Şengalê de ji Rojnews’ê re axivî û got:

“Rêjeya malbatên ku li Şengalê vegeriyane gihiştiye ji sedan 40.

Şengal bi temamî ji aliyê hêzên Heşda Şebî û hêzên Ewlekariyê ve tê parsatin.

Her wiha sînorê Iraq û Suriyê ji aliyê polîsên sînor, hêzên ewlekariyê û artêşê ve tê parastin.”

Hêjayî gotinê ye vegera malbatên Şengalî ser xaka xwe, piştî bangên Rêveberiya Xweser a şengalê yê derbarê vegerê pêk hatin.

Back to top button