Bi heman boneyê, Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma “Bi ruhê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa sûriyê bi ser dikeve”, li hola Mişwar a Reqayê mihrîcanek li dar xist.
Di mihrîcanê de nûnerên MSD’ê, Rêveberiya Xweser, şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, rûspiyên eşîrên herêmê û partiyên siyasî, amade bûn.
Di serî de serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û bang li aliyên muxalif kir ku li xwe vegerin û li gor armancên şoreşê û berjewendiyên gelê Sûriyê tev-bigerin.
Cîgirê hevseroketiya MSD’ê Efram Îshaq destnîşan kir ku Sûriye têra hemûyan dike û divê bi rêya qebûlkirina hev Sûriyeke pir-reng were avakirin.
Serokeşîrê êla Bûxemîs, Hisên El-Raşid jî diyar kir ku dewletan ji bo berjewendiyên xwe destwerdana Sûriyê kirine û got: “Em bi çareseriya sûrî-sûrî re ne.”
Dawiyê endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Nisrîn El Hesen diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe ya ji bo rizgarkirina tevahiya jinên sûriyê û çareserkirina kirîza Sûriyê didomînin.



