
Meclisa Idliba Kesk bi dirûşma “Şoreş heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê” bi boneya salvegera 12’an a aloziya Sûriyê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Idliba Kesk Heysem Hec Ebdullah axivî û got: “Hemû pêkhateyên nîştimanî yên Sûriyê di şoreşa gelê me yê bêhempa de îsbat kir ku Sûriye welatê şaristaniyan û dîroka kevnar e û hêzên zordest û dagirker nikarin wê têk bibin.”
Heysem bang li civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku piştgiriya me bikin, ji bo ku gelê me ji rêxistinên terorîst yên girêdayî El-Qaîdayê xilas bikin.
Em soz didin şehîdan ku dê îsrara me zêde bibe, heta serkeftina gel û pêkanîna demokrasiyê ye.”