Zeyneb Murad: Derveyî PDK’ê aliyên siyasî yên Başûrê erênî nêzî diyalogê dibin-HAT NÛKIRIN

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad anî ziman ku ji bo pêşîgirtina şerekî navxweyî divê PDK bersiv bide daxwaza wan ya hevdîtinê.
Serokê Komeleya Dadger ya Kurdistanê Elî Bapîr jî eşkere kir dewleta Tirk ji wan xwestiye ku PKK’ê weke rêxistineke terorîst bi nav bikin lê wan red kiriye û da zanîn PDK û YNK’ê jî gotine ewê bi Mekteb Siyasi yên partiyên xwe bişiwêrin.
Hunermendên Kurd jî li Almanyayê bi daxuyaniyekê bang li Serokê PDK’ê kirin ku rê nede ku şerekî din di nava Kurdan de derkeve.

KNK’ê ji 20’ê Gulanê ve şandeyek bi serokatiya Hevseroka xwe Zeyneb Murad bo Başûrê Kurdistanê rê kir ku hevdîtinan li gel aliyên siyasî, rêxistin û kesayetên Başûr re pêk bîne.

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê -KNK Zeyneb Murad derbarê xebatên xwe yên li dijî dagirkeriya Tirk axivî û got:

“Hevdîtin destpêkê bi aliyên çep mîna pêkhateyên Kildan,Suryan, Aşûrî û Kakeyîyan re pêk hat, guftûgokirin ser rewşa Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Tirkiyê hat kirin.

Wekî encam, derveyî PDK’ê aliyên siyasî yên Başûr li dijî dagirkeriya Tirkiyê piştgiriya xwe anîn ziman û daxwaza yekrêziya mala kurdî kirin ku bibe bersiv ji van êrîşên dagirkeriya Tirk re.

Zeyneb Murad diyar kir ku wan ji bo hevdîtinê serdana PDK’ê kirine, lê heta niha ji wan re bersiv nehatiye dayîn.

Zeyneb Murad got:

Her ku dem diçe, dewleta Tirk vê yekê sûd werdigre, ji bo rêgirtina şerekî navxweyî divê PDK bersiv bide daxwaza me ya hevdîtinê.

Çreseriya pisgirêkên nava partiyên kurdî dê di riya diyalogê de pêk werin, divê Pdk vê yekê bigre berçav.

Zeyneb Murad bang li PDK’ê kir ku di vê dema şer, metirsîdar de divê PDK hêzên xwe neşîne qadên gerîla.

Zeyneb Murda di dawî de balkişand li ser hinceta dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û da zanîn ku PKK hebe yan jî nebe, dewleta Tirk wê pilana xwe bi cih bîne, mîna ya li Lîbya, Qerebax û Ermenistanê.

Elî Bapîr: Tirkiyê ji me xwest em PKK’ê weke rêxistineke terorîst nas bikin lê me red kir

Li Brîtanyayê jî, Serokê Komeleya Dadger ya Kurdistanê Elî Bapîr di semînerekê de axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk yên dijî PKK’ê û got;

“Carek me serdana Tirkiyê kir û li wir em bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re civiyan.

Berpirsên Tirkiyê ji me xwestin em PKK’ê weke ‘terorîst’ binav bikin.

Nûnerên PDK û YNK’ê gotin ku ew ê bi Mekteb Siyasiyên xwe re vê yekê bişêwirin.”

Elî Bapîr diyar kir ku ji ber ku PKK bi Tirkiyê re şer dike, ew PKK’ê weke ‘terorîst’ pênase nake û ev bersiv jî gelek zora wan çûbû.

Hunermendên Kurd bang li PDK’ê kir ku rê nede derketina şerê navxweyî

Hunermend û rewşenbîrên Kurdistanê, li Almanyayê bi daxuyaniyekê bang li hemû hêzên Kurd kirin ku dijî planên dewleta Tirk hişyar bin.

Hunermendan bi taybet bang li Serokê PDK’ê Mesut Barzanî kir ku rê nede ku şerekî din ê Kurd û Kurd derkeve.

Back to top button