Artêşa Tirk û komikên xwe yên çete cardin gûnde warê Eyn Îsayê topbarankir.
êrîşî herêmê kirin û gundewarê bakur-rojhilatê Minbicê kirin armanc.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Mi’elek û kampa Eyn Îsayê topbaran kir.
Artêşa dagirker beriya çend saetan gundê Mie’lek, Kampa Eyn Îsa û derdora bajêr topbaran kir.
Tobarana bûserûber heta demeke dirêj domiya.
Heta niha derbarê encamê topbaranê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Di 5’ê Hezîranê de jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heman gundê Mie’lek, Kampa Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kiribûn.
Di encama tobparana li ser malên sivîlan de, agir bi mal û erdên welatiyan ketibû.