Duh li Şehbayê, bi beşdarbûna 10 tîman, tûrnûveyeke voleybolê dest pê kir.
Tûrnûva ji aliyê Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Efrînê ve hat birêxistinkirin.
Tîmên beşdar li gorî 2 koman hatin belavkirin.
Maça yekemîn jî, duh li yarîgeha gundê Xurnata ya navçeya Fafînê ya Şehbayê di navbera tîmên beşdar de hate lîstin.
Tûrnûve, wê heya 5’ê Tebaxê berdewam bike.