Amerîka Tirkiye hişyar kir ku hemû operasyonên xwe li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne

Amerîkayê dewleta Tirk hişyar kir ku divê ew planên xwe yên gera li petrol û gazê li deverên binakok ên li rojhilatê Deryaya Spî, rawestîne. Almanyayê jî bang li Tirkiyê kir ku rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire.

Alozîya ji ber xebatên Tirkiyê yên lêgerîna li gazê ya bi awayekî derqanî ya li Rojhilatê Derya Spî berdewam dike.

Berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku, hayê wan ji vê yekê heye ku Tirkiye biryar daye li nav ava binakok a li rojhilatê Deryaya Spî, lêgerînê bike.

Li gorî malpera Ahwal a Tirkî, berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê, bang li desthilatdariya dewleta Tirk kir ku hemû planên xwe yên lêgerîna li vê deverê rawestîne û ti gavên ku nakokiyan kûrtir dikin neavêje.

Ev hişyariyên Amerîkayê di demekê de tên ku wezîrê karên derve yê Almanyayê Haîko Maas jî dewleta Tirk hişyar kir û diyar kir ku eger Tirkiye bixwaze têkiliyên xwe bi YE re bipêş bixe, divê gera li petrol û gazê li rojhilatê Deryaya Spî rawestîne.

Wezîrê Karên Derve yê Alamanya duh di serdana xwe ya Atîna de got: “helwesta me pir zelal e, divê Tirkiye rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire.”

Di heman çarçoveyê de, duh rojnameya Kathimerini ya Yûnanistanê eşkere kir ku artêşa Yunanistanê di nava amadekarîyê de ye.

Her wiha wezîrê parastinê Nicos Panajiotopolus bi telefonê hevdîtinek bi hempîşeyê xwe yê Amerîkî Mark Esper pêk anî û diyar kir ku Yûnanistan amade ye parastina serweriya xwe bike.

Hefteya borî, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavişoglu ragihandibû ku welatê wî wê dest bi operasyonên lêgerîn û kolandinê, li nav ava binakok bike.

Back to top button