48 sazî û partiyên Kurdistanî li hemberî sûcên Tirkiyê bang li ye kir

48 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê li dijî sûcên dewleta Tirk ên li ser Kurdan, bang li Yekîtiya Ewropayê kir.

48 aliyan bi daxuyaniyekê hevpar ji YE xwestin ku çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk ên li ser Kurdan kirine, negirin.

Partî û Saziyan diyar kir ku YE divê di civîna xwe ya 10-11ê Kanûnê de, sûcên Tirkiyê der heqê Kurdan de jî bixe rojeva xwe û helwesteke tund nîşan bide.

Her 48 Partî û Saziyên Kurdistanî anîn ziman ku eger YE sûcên şer ên Tirkiyê nebîbe, tê wateya xelatkirina polîtîkayên Tirkiyê yên li ser Kurdan, ev jî wê wijdana mirovahiyê birîndar bike.

Back to top button