Şino Eşqî: Em ê demek nêz raporekê radestê hikumetê û aliyên peywendîdar bikin

Endamê Lijneya Hevbeş ya Parlamentoya Başûr û Iraqê Şino Eşqî da zanîn dewleta Tirk ji bo talankirina malê xelkê, xweza û dar birînê pêngavek berfireh daye destpêkirin û diyar kir ew ê demek nêz de raporekê radestê hikumet û aliyên peywendîdar bikin.

Şandek ji parlamentoya Iraq û Başûrê Kurdistanê di 8’ê hezîranê de ji bo lêkolînkirina zerer û ziyana êrîşên dewleta Tirk ya ser xaka Başûrê Kurdistanê serdana Herêma Behdînanê kiribû.

Endamê Lijneya Hevbeş ya Parlamentoya Başûr û Iraqê Şino Eşqî ku nava şandeyê amadebû derbarê lêkolînên şandeyê de ser malpera xwe daxuyaniyek da.

Şino Eşqî ragihand ku wan di serdana ji bo Dihokê de bi berpirs û şêniyên herêmê re civiyane û ser zerer û ziyanên şer axivîne.

Eşqî got ku niha dewleta Tirk bi kûrahiya 10-15 kîlometre ji xala dawî ya pêşmergeyan dûr in û tenê vê mehê bi dehan gund, malên xwe bicih hiştine û di rewşek metirsîdar de dijîn.

Endamê Lijneya Hevbeş ya Parlamentoya Başûr û Iraqê Şino Eşqî anî ziman ku ew ê demek nêz raporekê radestê hikumet û aliyên peywendîdar bikin.

Back to top button