Komîna Film a Rojava qurbaniyên Komkujiya Sînema Amûdê bi bîranî

Bi boneya 63’emîn salvegera komkujiya Sînema Amûdê Komîna Film a Rojava daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bibîranîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“63 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn û heta niha sûcdar nehatine darizandin ji bilî wê jî hikûmeta Şamê rê ne dida gelê Kurd vê rojê bi bîr bînin.

Desthilatdaran sînemaya ku zarokên kurd di hundirê wê de bûn şewitandin.

Lê bi hûrguliyên vê komkojiyê hîn jî di bîr û mejiyê civaka me de ye.”

Di dawiyê daxuyaniyê de hate diyar kirin ew ê rê nadin tu kes zarokan û gel ji hunerê dûr bixe.

Back to top button