Yekîtiya Werzîşê a herêma Cizîrê pêşbirka hespên resen bi beşdariya 70 hespan lidarxist.
Di çarçoveyên Festîvala şehîd Şiblî de îro li gundê El-Oemerî yê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo pêşbirka Hespan hate lidarxistin.
Malbata şehîd Şiblî Şiblî, endam û rêveberên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.
Pêşbirkê bi beşdariya 70 hespên resen pêk hat.
Pêşbirka hespan a ji 7 geran pêk dihat, hespan 1400 metre derbas kirin.
Siwarên ku di 7 geran de bi ser ketin hatin xelatkirin.
Yek ji amadekarê pêşbaziyê Mihemed El-Tayî bal kişand ser girîngiya lidarxistina festîvalên hespan.