Ji rojnamevan Silêman Ehmed 79 rojin agahî nayê girtin

Ji Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 79 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de got:

“Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin lê Asayisa Duhokê rê nade.”

Herî dawî 2’yê Çile jî tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.”

Ev 78 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button