Grava birçîbûnê di roja 46’an de dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê li girtîgehên Bakurê kurdistanê û Tirkiyê despêkiriyê di roja 46’an de didome.
Zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de jî roj bi roj zêde dibin.
Gefên êşkenceyê li çalakgeran tê xwarin. cezayê hevdîtînê didin wan.
Hat hînbûn ji girtiyên di grevê de ne vîtamîn, xwê, qehwe û ava fêkiyan nayê dayîn.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurû Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.

Çalakî, di roja 46’emîn de berdewam dike.

Zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de roj bi roj zêde dibin.

Hat hînbûn ji girtiyên di grevê de ne vîtamîn, xwê, qehwe û ava fêkiyan nayê dayîn.

Afîfe Kartal a hefteya borî çû hevdîtina kurê xwe Muhammed Kartal ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin hin agahî parvekir.

Afîfe Kartal da zanîn ku girtiyên tevlî greva birçîbûnê bûne cezayê hevdîtinê jî bo wan hatiye dayîn û got:

Li çalagerên di grevê de ne gefa ‘Em ê êşkence li we bikin’ tê xwarin

“Ji bo girtiyan ne şekir, ne xwê û ne jî qehwe nayê dayîn.

Di tevahiya greva birçîbûnê de destûr nehatiye dayîn ji kantînê tiştekî bikirin.

Di tevahiya grevê de tenê av vexwarine. Dîsa eşkence û zilm li wan dikin.

Herî dawî rêveberiya girtîgehê gazî wan kir û ji girtiyên tevlî greva birçîbûnê re gotiye ‘hûn ê xwarina girtiyên edlî belavbikin’ xwariye.

Dema girtî gotine na, gardiyan jî gefa “Emê êşkence li we bikin xwarine.”

“Polîtîkaya ku bi salane didin meşandin îflas kiriye”

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya nafçeya Foça ya Îzmîrê Mukaddes Işik jî axivî û got:

“Polîtîkaya ku bi salane didome û nasname û baweriyan tune dihesibîne îflas kiriye û divê bi muxataban re pirsgirêk bê çaresrkirin.

“Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bondor li ser hemû welat kiriye”

Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Nebahat Çelîk jî piştgiriya xwe anî ziman û ev nirxandin kir:

“Ji ber rewşa welat em piştgiriyê didin Nobeta Edeletê.

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû welat kiriye.”

“Hêzên kaptalîst ji fikrê Rêber Apo ditirsin”

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zahîde Îshak têkildarî pêngavê de nirxandin kir û got:

“Ev hemû pêkanînên kêfî armanc ewe ku fikrên Rêber Apo negihîje gelan.

Hemî hêzên kapîtalîst ên ku piştgirî didin vê polîtîkayê ji fikre Rêber Apo ditirsin.”

“Daxwaza Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê şens e”

Ji kesên îmze avêtin metna dekleraysonê Ayşegul Devecîoglu jî der barê tecrîdê de axivî û got:

“Li vî welatî hebûna lîderekî wek Abdullah Ocalan, ji aliyê gelê Kurd ve qebûlkirin û ji aliyê vî lîderî ve daxwazakirina aştiyê şansekî mezin e.”

Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 44. de ye

Back to top button