Parlemena Almanyayê ji bo “Qirkirina Êzîdiyan” nas bike wê roja pêncşemê kom bibe.
Almanya xwe amade dike, “Qirkirina Êzîdiyan” bi awayeke fermî nas bike.
Di destpêka pêşnûmeyê de wiha têgotin; “Em li ber qurbaniyên qirkirinê birêzdarî bejna xwe ditewînin”.
Her wiha hat gotin ku ew dixwazin bi vî awayî raya giştî ya Almanyayê jî ji rewşa Êzîdiyan û qirkirina li ser wan de hatiye agahdar bikin.
Ji ber armanca DAIŞ’ê qirkirina Êzîdiyan bû.”
Di pêşnûmeyê de tê hedefkirin ku Navendeke ‘Arşîv û Belgeyan’ were ava kirin.
Parlementera SPD’ê Derya Turk Nachbaur ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung re axivî û got: “Bi naskirina qirkirinê re em hewl didin bibin dengê Êzidiyên dijîn û dixwazin piştgirî bidin têkoşîna wan ya dîrokî ya ji bo edaletê.”